ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ HECA XWE LI LALEŞA NÛRANÎ PÊK ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Êzidiyên Efrîna dagirkirî piştî ku Heca xwe li Laleşa Nûranî pêk anîn, vegeriyan Şehbayê û li wir bi rêûresmekê hatin pêşwazîkirin.
Êzidiyan hêvî kirin ku ev bone bibe wesîleya serwerbûna aştî û aramiyê.

Êzidiyên Efrîna dagirkirî piştî ku çûn li Laleşa Nûranî Heca xwe pêk anîn, vegeriyan Şehbayê û bi rêûresmekê hatin pêşwazîkirin.

Ji bo Heciyan xwarinên taybet hatin amadekirin û bi dilekî germ hatin pêşwazîkirin.

Êzidiyên ku ji Hecê vegeriyan, diyar kirin ku ew gelekî kêfxweş bûne û wan armancên xwe cî bi cî kirine.

Her wiha Êzidiyan hêvî kirin ku ev bone bibe navgîna belavbûna aramî û serwerbûna aşîtiyê li tevahiya cîhanê.

Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, ji bo pêkanîna Hecê salane destpêka Cotmehê berê xwe didin Laleşa Nûranî û li gorî baweriya Êzdiyatiyê rêûresmên olî dibin serî.

Share This Article