Akademiya Şehîd Botan a Kantona Reqayê dewreya fikrî ya şehîd Diyana Xelîl, ku ji 20 kec û xurtên pêkhateya Ereb pêk tê, bi dawî kir.
Merasîma bidawîkirina dewreyê, bi kêliyek rêzgirtinê ji bo giyanên şehîdan dest pê kir.
Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan û Desteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axaftin hatin kirin.
Axêveran di axaftinên xwe de girîngiya berdewamiya têkoşîna rewşenbîrî û civakî ji bo xwedîderketina li nirxên şehîdan tekez kirin.
Merasîma bidawîkirinê bi gerandina govendên kevneşopî û li ber dengê stranan bi dawî bû.
