EŞÎRÊN HESEKÊ LI HEMBER GURKIRINA FITNE Û NEFRETÊ DAXUYANIYEK DAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Eşîrên Ereb û Kurdan ên Hesekê, li ser navê “Civaka Cizîrê” daxuyaniyek der barê redkirina pêkanîna nakokiyan di navbera civakên herêmê de dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku: “Herêma me niha di demeke dîrokî re derbas bide, ji me hewce dike ku em li dijî hemû hewldanên pêkanîna nakokiyan yekgirtî bin.

Daxuyaniyê da zanîn har destnîşankirin ku gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nefretê, tenê xizmeta wan aliyan dike ku dixwazin civakê qels bikin û parçe bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku “lihevkirin û rêkeftinên di navbera dewleta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de bi lez werin pêkanîn, û bang li hemû gelê xwe kirin ku bi hişmendî tevbigerin, dev ji gotegot û gotinên nefretê berdin.

Share This Article