Koçberên Efrînî yên di kampa Veger ya girêdayî navçeya Şêrawa de êş û azarên xwe bi me re parve kirin.
koçberan diyar kirin ku rewşa wan di kampê de zehmet e, bi ser de jî dewleta Tirk êrîşên xwe zêde dike.
her wiha Rêvebira kampê Leyla Ednan Dado jî anî ziman ku ew ji ber dorpêçê rastî gelek zehmetiyan tên.
2018 ‘an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Di wê demê de xelkên Efrînê dev ji mal û milkên xwe berdan.
Beşek ji koçberan berê xwe dan kantona Şehbayê û bi dorpêça Hikumeta Şamê re rû bi rû man û beşek di taxên Helebê yê nîvwêrankirî de bi cih bûn.
Beşên din jî berê xwe dan kampan û di bin çadiran de bi germa havînê û serma zivistanê re jiyan kirin.
Koçberên di kampa Veger de diyar kirin ku rewşa wan di kampê de gelekî zehmet e, bi ser de jî dewleta Tirk a dagirker êrîşan li dijî wan zêde dike.
Her wiha tekez kirin ku ew ê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.
Rêvebira kampa Veger Leyla Ednan Dado got: “Dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî kantona Şehbayê rê li ber pêdiviyên jiyanî digre”.
Kampa Veger dikeve gundê Ziyaretê ya li navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê de. Kamp ji ber israrkirina şêniyên Efrînê ya vegera li warên xwe û berxwedana li hemberî tevahî astengiyan, bi VEGER hat binavkirin.
Kamp di Cotmeha sala 2019’an de bi însiyatîfa gel, hevkariya Desteya Herêmî û şaredariyên Herêma Efrînê hat vekirin
