ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BINESAZIYA HERÊMÊ BI DAXUYANIYÊN CUDA HATIN ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Kombûna Jinan a Zenûbya ya Minbicê her wiha Encumena Jin a Nivîsgeha Îslama Demokratîk li Minbic, Reqa û Kobanê bi daxuyaniyên cuda êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Jinan di daxuyaniyên xwe de tekezî li ser bilindkirina asta berxwedanê

Li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertek zêdetir dibin.

Îro, Kombûna Jinan a Zenûbya ya Bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê wekî sûcên şer bi nav kir û got, ger civaka navnetewî ji bêdengiya xwe dernekeve, wê dewleta tirk karîseteke mirovî li herêmê çêbike.

Encumena Jin a Nivîsgeha Îslama Demokratîk ên bajarê Minbic û Reqayê jî bi daxuyaniyekê anîn ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze gelê herêmê di komkujiyan re derbas bike, her wiha tekezî li ser bilindkirina asta berxwedanê kirin.

Her wiha Encumena Jin a Nivîsgeha Îslama Demokratîk li bajarê Kobanê jî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hevgirtina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Encumena Jin bang li Rêxistinên jinan û yên cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û piştgiriyê bidin gelê herêmê.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 4 stasyonên kehrebeyê li herêma cizîrê, navendeke gazê, 2 nexweşxane û 2 embarên genim hatin rûxandin.

Li gorî şîrovekarên siyasî yên herêmê, dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze xelkên Rojava birçî bike û wan bide koçberkirin.

Share This Article