ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK Û KIRIYARÊN WÊ LI DIJÎ HERÊMÊ BERDEWAMIN

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedarên Minbicê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û armancên wê de diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide Imperatorira Osmanî vejîne û di vê çarçoveyê de hewl dide bi êrîşên xwe herêmê vala bike û Demografiya wê biguherîne.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî Taybetmendî û stratejiyên giranbuha ne.

Di van herêman de gelek kevneşopî hene her wiha xwedî hebûneke Aborî û Stratejîke .

Dagirkeriya tirk jî da ku karibe taybetmendiyên herêmê bi dest bixe û riyên Stratejîk ji xwe re qezenc bike bi domdarî êrîşên xwe li dijî herêmê didomîne.

Siyasetmedarên Minbicê jî dibêjin ku Tirkiyê aramanc dike bi êrîşan Demografiya herêmê biguherîne.

Her wiha siyasetmedaran diyar kirin ku Tirkiyê ji destpêka destwerdana wê di Sûriyê de dixwest aloziyê kûrtir bike .

Dewleta Tirk a dagirker bi plana ku herêmên Bakur û Rojhişlatê Sûriyê Dagirbike bênvber êrîş dike .
QSD’ê li hember van Planên qirêj û Êrîşên hovane disekine û pilana têk dibe û êrîşan vala derdixe.

Share This Article