Endezyarên herêma cizîrê weke tedbîr girtin, piştî erdhejê li ser malên li herêma cizîrê digerin û malên ziyan dîtine keşf dikin.
Endezyaran gotin ku ew heta niha li ser 100 malî geriyane.
Di encama erdheja 6ê vê mehê DE bi hezaran mal û avahî hatin hilweşandin, her wiha bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.
Piştî vê bûyerê 60 endezyar li Herêma Cizîrê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, însiyatîfeke li ser platformên medeya dîjtal ji bo naskirina asta bandora erdhejê li herêmê, ragihandin.
Têkildarî mijarê endezyar Alaa Hibo ji RojavaTV re axivî û got, armanca vê însiyatîfa me ew e ku em xizmeta gelê xwe bikin.
endezyar Alaa diyar kir ku ew li ser zêdetirî 100 malên li herêmê geriyane û tekez dike ku ew ê berdewam bikin.
Ev erdhej bandora xwe ya pir zêde li Herêmên bakur Rojavayê Sûriyê kir û bi taybet herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de. li navçeya Cindêrsê a ser bi bajarê Efrînê ve bi sedan mal û avahî ji ber erdhejê hilweşiyan her wiha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.
