DIBISTANA ŞEHÎD KERÎM JI BO PÎROZKIRINA NEWROZÊ ŞAHIYEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya dibistanan a bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina newroza 2025’an şahiyek li dibistana şehîd Kerîm ya bajêr dar xist.
Şahî bi beşdariya endamên, meclisa malbatên şehîdan, Mamoste û xwendekarê dibistanan her wiha hejmarek ji malbatên xwendekaran li dar ket.
Di şahiyê de li ser navê meclîsa malbatên şehîdan û Rêvebriya dibistana şehîd Kerîm axaftin hat kirin.
Di axaftinan de newroza 2025’an li tevahî gelê kurd û gelê azadîxwaz hat pîrozkirin û cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.
Hat diyarkirin ku, ew ê newroza 2025’an bikin newroza serkeftin û azadiyê.
Paşê agirê Newrozê ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve hat vêxistin û dîlan hatin gerandin.

Share This Article