BAWERNAMEYÊN QONAXA NAVÎN Û AMADEHÎ LI XWENDEKARÊN KOBANÊ HATIN BELAVKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê îro bi şahiyekê bawernameyên qonaxa navîn û amadehî li xwendekaran belav kir.
Piştî sala xwendinê 2022-2023 bi dawî bû, 627 xwendekarên Bekloriya û 2 hezar û 54 xwendekarên refa neh li dibistana şehîd Hogir û şehîd Seydo ya bajarê Kobanê bawernemeyên keda xwe ya salên xwendinê bi dest xistin.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê îsal rêjeya xwendekarên serkeftî li wê herêmê %75 bû .
Berdevkê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê Zuhêr Xelîl diyar kir ku, tevî hemû zehmetî û astengiyan xwendekaran bi rêjeyên baş xwendina xwe bidawî kirin.

Share This Article