Îroj 11 sal di ser damezrandina Hêzên Ewlekariya hundirîn a jin re derbas dibin, bi vê boneyê Hêzên Ewlekariyê ya jin li Kantona Reqayê bi şahiyekê salvegera xwe pîroz kir.
şahî bi beşdariya endam û rêveberên Hêzên Ewlekariyê, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.
Ji nava şahiyê Rêvebera Hêzên Ewlekariya hundirîn a jin a bakur û rojhilatê sûriyê Mehdiya Hîlal salvegera damezrandina hêzê li her kesî pîroz kir û anî ziman ku damezrandina asayîşa jin ji berhemên şoreşa 19’ê tîrmehê ye.
Rêvebera Meclîsa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kînan Ebdo jî da zamîn ku bi keda hêzên ewlekariya hundirîn ew di nava aramiyê de jiyan dikin.
Şahiya Hêzên Ewlekariya hundirîn a jin ya ku li kantona Reqayê hat lidarxistin de bi gerandina govendê û gotina sitranan bi dawî bû.
