Koçberên efrînê yên li kantona şehbayê dimînin, dest bi berhevkirina mewsima zeytûnan kirine .
Koçber dibêjin tevî rewşa Koçberiyê jî lê ew dest ji çanda berhevkirina Zeytûnan bernadin .
Di dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî mewsima zeytûnê talan dikin de, şêniyên Efrînê yên li kantona Şehba jî di bin şert û mercên zehmet de dest bi çinîna mewsima zeytûnê kirine .
koçberên Efrînê li Şehbayê bi riya çandina darên zeytûnê girêdana xwe ya bi axê re rave dikin.
Koçber dibêjin tevî rewşa Koçberiyê jî lê ew dest ji çanda berhevkirina Zeytûnan bernadin .
her wiha Hevseroka Yekîtiya Kedkaran ya Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku tevî Dorpêçê ew li gorî derfetên xwe alîkariya kedkaran dikin .
Her sal di vê demê de şêniyên herêma Efrînê dest bi berhevkirina zeytûnan dikin.
lê Ji 5 salan ve û bi dagirkirina efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve Koçberên Efrînî
ji berhevkirina hilberînên xwe bê par mane .
