Demên westandinê yên li ser rêya xwendinê bi kêfxweşiya bidestxistina serkeftinê têne jêbirin.
Helz û Lorîn du jinên ciwan in ku bawernameyên xwe yên refa 12’an bi zimanê xwe yê dayikê wergirtine, û niha çavên wan li armanca ji wê mezintir e: Xwendina bijîşkiyê li Zanîngeha Rojava.
Helez û Lorîn du keçên ji bajarê Amûdê ne, 12 sal ji ked , xebat, û berdewamiya xwendina wan bi zimanê dayikê pileyên herî bilind bi dest xistine.
Îro, li pêşiya wan qonaxeke nû vedibe. Ew amade ne ku xwendina “bijîşkiyê” bikin û xewna ku demek dirêj li pey wê bûn, pêk bînin.
Helez û Lorîn ji Rojava Tv re diyarkrin ku wan bi vîn û îradeya xwe zimanê dayika xwe xwendin û ji tevahî şagirtan re tekezkirin ku zimanê dayikê zimanê herî xweş û binghîne.
Xwendekara bi navê Lorîn Ehmed jî dibêje ez rastî zehmetiyan hatim dema ku dibistan di van buyerên dawî de hatin rawestandin ji ber ku xwendina me nîvço ma.
Ev serkeftin nîşana hêvî û armanca nifşek ji xwendekarên serkeftî ye ku dixwazin xwendina xwe bidomînin û di pêşerojê de ji bo civaka xwe xizmetê bikin.
