DORPÊÇ Û ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ AZARÊN KOÇBERÊN EFRÎNÊ ZÊDETIR DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Encumena Kantona Efrînê Mihemed Naso diyar kir ku Koçberên Efrînê ji ber Êrîşên Dewleta Tirk û Dorpêça Hikumeta Şamê di rewşên zehemet re derbas dibin.

Her wiha tekez kir ku Dewleta Tirk û Hikumeta Şamê ji bo Tunekirina Gelê Kurd heman siyasetên Qirêj bi kar tînin.

Koçberên Efrînê yên ku di kamp û malên rûxandî de li Şehbayê dimînin ji ber siyaseta hikumeta Şamê û ya dewleta Tirk dagirker, di nava şert û mercên dijwar de dijîn .

Derbarê Mijarê Hevserokê Encumena Kantona Efrînê Mihemed Naso diyar kir ku Koçberên Efrînê ji ber Êrîşên Dewleta Tirk û Dorpêça Hikumeta Şamê astengiyan dibînin.

Her wiha Mihemed Naso Tekez kir ku Dewleta Tirk û Hikumeta Şamê ji bo Tunekirrina Gelê Kurd heman siyasetên Qirêj bi kar tînin.

Dewleta Tirk a dagirker Asta Êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê zêdetir kiriye û herî dawî Di 25’ê vê mehê de Dewleta tirk a dagirker malên sivîlan li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir û di encamê de Zarokek Şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Share This Article