KOMÎTEYA ABORÎ YA ENCUMENA SIVÎL A REQAYÊ XEBATÊN XWE YÊN NÎVÊ SALÊ NIRXAND

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Aborî ya Encûmena Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên herî girîng ên 6 mehên borî nirxand û eşkere kir, ku ya herî girîng nûkirina firneyên nan û xebatên saziyên pêjiyaniyê li bajarê Reqayê ye.

komîteya aborî ya ancumena sivîl a reqa di destpêka salê de planên 6 mehên pêş danî û li ser vê yekê di nava tevgerê de bû

jî Komîteyê li gel rojava tv xebatên xwe nirxandin

Derbarê vê yekê de, cîgirê hevserokatiya Komîteya aborî di Encumena Sivîl a Reqa de Xefûr El – Rûmî ji Rojava TV re axivî û diyar kir ku Komîteya Aborî behsa kar û xebatên komîteyê yên 6 mehên borî kir.

Xefûr El – Rûmî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez kir ku beşê kontrol û pêjiyaniyê rojane gerên xwe li bazar û firneyan pêk tîne da ku karê wan bişopîne û bazarê kontrol bike .

komîteya aborî ji bo xizmeta gel her di nava kar û xebatê de ye û her ji 6 mehan projeyên nû dide pêş derbarê de erk û berpirsyariyan li komîteyên xwe belav dike

Share This Article