DÎLGIRTIYÊ SERBESTBERDAYÎ JIYANA DI ZINDANÊN HIKÛMETA DEMKÎ DE VEDIBÊJE

Rojava Tv
2 Min Read

 

Şêro Ebdelah ku di 17’ê Çileya 2026’an de li Dêra Zorê di encama pevçûnên bi komên ser bi hikûmeta demkî de hate dîlgirtin Û DI KOMA 3’emîn ya pevguhertina dîlgirtiyan de hat serbestberdan, behsa jiyana di zindanên hikûmeta demkî de dike.

Şêro Ebdelah bi 8 hevrên xwe re zêdetirî 3’ê mehan ser hev lêdan, îşkence, axaftinên nexwş di nava zindnê de jiyan kirin lê tevî wê jî vîna wan neşkest.

Bi gotina berxwedan jiyane xatir ji rê hevalên xwe li nava zindanê xwest, Şêro Ebdelah ku di 17’ê Çileya 2026’an de li Dêra Zorê di encama pevçûnên bi komên ser bi hikûmeta demkî de hate dîlgirtin.

Ew bi 8 hevrên xwe re ji aliyê eşîran ve hatin girtin û zêdetirî 3’ê mehan ser hev lêdan, îşkence, axaftinên nexwş di nava zindnê de jiyan kirin lê tevî wê jî vîna wan neşkest.

Şêro Ebdelah got tevî ez birîndar jî bûm li ser birînên min de li min û hevalên min didan.

Şêro Ebdelah anî ziman ku wan bi gotina berxwedan jiyane û stranên xwe yên kurdî dijmin di zindanê de têk birin.

şêro daxwaz kir ku di demeke nêz de hemû hevalên wî ji zindanê derkevin û azad bibin .

Yek ji xalên sereke yê Peymana 29 çileyê serbest berdana dîlgirtiyane , tevî ku sê beş hatin berdan jî lê heta niha bi sedan kesî di nava zindanên hikûmeta demkî de ne.

Share This Article