Girseyeke mezin a şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û hilweşandina rejîma Baas’ê pîroz kirin.
Şêniyan di pîrozbahiyan de alên QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekriya Hundirîn û wêneyên şehîdan hildan.
Piştî desthilatdariya ku bi dehên salan ajot, îroj rêjîma beis’ê ku bi pêşengiya beşar esed dihate birêvebirin, hate hilweşandin û rûpeleke nû li dîroka Sûriyê hate vekirin.
Li Suriyeyê ji 27’ê Mijdarê ve geşedanên pir bi lez û aloz rû didin. Komên dijberî rejîma Baas di nava 12 rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Siweyda û herî dawî jî Şama paytext kontrol kirin.
Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esat ket. Her wiha ta niha çarenivîsa Esed jî nayê zanîn.
Ketina Beşar Esed kêfxweşî di nava tevahî beşên civakê de ava kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hilweşandina Hikûmeta Şamê hate pîrozkirin.
Girseyeke mezin a şêniyên bajarê Qamişlo li çerxerêya Sebih Behrat û çerxerêya Şehîd Rûbar kom bûn û hilweşandina rejîma Baas pîroz kirin.
Şêniyan di pîrozbahiyan de alên QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekriya Hundirîn û wêneyên şehîdan hildan.
Ev der jî balafirgeha navdewletî ya bajarê Qamişlo ye.
Ev jî dîmenên bajarê Hesekê ne, welatî bi coşeke mezin daketin qadan û rûxana rejîma Baas’ê pîroz kirin.
Li bajarê Reqayê jî heman coş û kêfxweşiyê xwe da der.
Piştî vê rûxanê nuha çavên gelê Sûriyê li avakirina destûr nû û jiyaneke nû ye.
