Îro 4 roj di ser meha rojiyê re derbas dibin. Welatiyên bajarê Kobanê ji bo kirîna pêdiviyên rojiyê, şêranî û şerbetan berê xwe didin sûk û bazara bajêr.
Qerebalixiya herî zêde li ser firneyên marûk, kulîçe û firoşkarên Temir Hindî û ava fêkiyan in.
Di vê derbarê de hevkarên me raporeke taybet amade kirine.
Îro 4 roj di ser meha Remezanê re derbas dibin. Li sûk û bazarên bajarê Kobanê qerebalixiyeke mezin heye.
Welatî ji bo dabînkirina pêdiviyên rojiyê berê xwe didin sûkê. Her kes li gorî dahata xwe, sifreya fitar û paşîvên xwe dadigirin.
Ji xwarinên ku herî zêde tên kirîn marûk, kulîçe û celebên şêraniyên cuda yên biçêj in.
Piştî fitaran şerbetên weke Temir Hindî, Irq sûs û ava fêkiyan tên vexwarin, lewre firoşkarên wan di vê mehê de li beramberî mehên din duqat kar dikin.
Rêveberiya pêjiyaniyê ya kantona Firatê jî ji bo kontrolkirina nirxên kelûpelan gerên xwe yên çavdêriyê di meha rojiyê de zêdetir kirine.
