Dorpêça Hikûmeta Şamê ku zêdeyî 5 salin li dijî kantona şehba hatiye sepandin bandoreke neyinî li sektora tendurisî kiriye û rêveberên Nexweşxaneya yekane ya li Şehba banga çareseriyê dikin
Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê ferz kiriye ,nahêle ku pêwîstiyên sereke yên jiyanê derbas bibin.
Dorpêça heyî bandoreke neyînî li qada tendeustiyê jî kiriye.
Koçberên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dibêjin ku ew ji ber dorpêçê ji pêwîstiyên jiyanê yên sereke bê par in.
Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Arîn Elî diyar ku ji ber dorpêça hikûmeta şamê derman nagihêjin nexweşxaneyê bi vê yekê jiyana sivîlan dikeve metirsiyê de
li gorî berpirsên nexweşxaneya Avrîn ji bilî Derman û Alavên Bijîşkî , nebûna Mazotê kirîzê dijwartir dike û jeneratorên kehrebê û Ambulans li Nexweşxaneyê radiwestin.
