Hîlala zêrîn ku bi rengê jinên ciwan, mûzîk û rengê kurdewarî li herêmê tê naskirin, ji bo pêşxistina jinên ciwan û fêrkirina wan dibistanek vekiriye.
Dibistana Nowêla ya xweser di sala 2019 an de li bajarê Qamişlo ji aliyê Tevgera hîlala Zêrîn ve bi armanca derxistin û pêşxistina behreyên jinên ciwan hate vekirin.
di dibistanê de çand û kultura kurdewarî ya resen jî tê dayin.
dibistan jinên ciwan ên temenê wan di navbera 9 û 25 saliyê de pêşwazî dike.
Di vê derbarê de rêveber û mamosteya dibistana nowêla Roz Hesen behsa armanca avakirina vê dibistanê kir û got ew jinên ciwan li ser şaristaniyên folklora Kurdî perwerde dikin.
Şagirtên dibistana Nowêla yên fêrî keman û wênexêziyên dibin nêrîna xwe anîn ziman û gotin,em gelekî bi pêşketine û spasiya keda mamosteyan kirin.
jinên ciwan bi çalakiyên xwe yên bi bandor hewl dide ku nêzîkatî û mîrateya şaristaniya Kurdan biparêzin û bigihînin nifşên dahatî.
