DI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE PARA MEZIN A BERXWEDANÊ YA JINÊ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Kobanê bajarê biçûk a Rojavayê Kurdistanê ye, li vî bajarî Soreşa 19’ê Tîrmehê hat destpêkirin û şaxê xwe li her deverê belav kir .

Jin bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gihiştin wê zanebûnê ku dikarin rola xwe ya rasteqîn bilîzin, bi vê yekê gihiştin armancên xwe.

Jinên ku ji YPJ’ê heta parastina cewherî, ji Kongra Star heta avakirina sîstema konfederal di her asta şoreşê de cih girtin û kêlî bi kêlî şoreş bi destê xwe hûnandin, îro xwedî biryarên serbixwe ne.

Rêvebrên Jin yên bajarê kobanê behsa beriya şoreşê 19’ê Tîrmehê û hewcedariya şoreşa jin di nava şoreşê de dikin.

Rêvebrên Jin wan dîmenên destpêka şoreşê tînin ber çavên xwe û behsa lehniya li hemberî çeteyan hate kirin vedibêjin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi berdêlên giranbuha û fedekariyên mezin, hebûn û nasnameya gelan ji tunebûnê parast, dem nêz dibe ku 12 salên tijî serkeftin derbas bike.

Share This Article