DI ROJA DAWÎ YA HEFTEYA WÊJEYÎ DE BANGA XURTKIRINA RENXNEYÊ HAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Hefteya Wêjeyî ya ku ji hêla Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Hesekê hatibû lidarxistin bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî dawî bû.

Di çalakiya Hefteya Wêjeyî de hejmareke mezin ji wêjevan, rewşenbîr û hezkiriyên wêjeyê amade bûn.

Di çalakiyê de panel, semîner, helbest û çîrok bi zimanên Kurdî û Erebî hatin dayîn û xwendin.

Di roja dawî ya çalakiyê de paneleke diyalogê bi navê “Pirsên rexneya wêjeyî” hat lidarxistin.

her di çalakiyê de çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin û helbestvanê Kurd Ferhad Merdê jî helbestên li ser welat û evînê pêşkêş kirin.

di dawiyê de komîteya amadekar a Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya beşdarên çalakiyê kir.

Share This Article