RÊVEBERIYA XWESER SALVEGERA KOMPLOYA ‎NAVNETEWEYÎ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê îro bi semînerekê 25’emîn salvegera Komploya ‎Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo nîqaş kir.

Semîner bi beşdarbûna hevserok û endamên desteyên Rêveberiya Xweser li hola navenda ‎Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo pêkhat.

Cîgira Hevseroka ‎Encumena Cîbcîkar a Cizîrê Hemrîn Elî û Cîgira hevserokatiya Meclîsa Gelan a Cizîrê Hediya ‎El-Elî siyaset û armancên Komployê şîrovekirin.

Di semînerê de hate gotin ku hêzên hegemon û desthilatdar ên cîhanê bi armanca qirkirina ‎Kurdan Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin.
‏ ‏‏
Her wiha hat diyarkirin ku bi pêşxistina saziyên rêveberiyê dê hemû siyasetên komployê têk biçin.

Semîner bi berzkirina dirûşma ”Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî.

Share This Article