WELATIYÊN QAMIŞLO PIŞTGIRIYA XWE JI BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN RE PIŞTRAST KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên Qamişlo yê kantona Cizîrê piştgirî dan banga Rêber Abdullah Ocalan û gotin, cîbicîkirina bangê dê dergehên aştî û çareseriyê li Rojhilata Navîn veke.

Di 27’ê Sibatê de, şandeyeke Dem Partiyê serdana Girtîgeha Îmraliyê kirin û li gel Rêber Abdullah Ocalan civiyan.

Piştî vegerê şandeyê, peyama rêber APO ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” eşkere kir, ku tê de rêbertî behsa destpêkirina pêvajoyeke ji veguherîna demokratîk dike.

Têkildarî mijarê, Welatiyên Qamişlo yên kantona Cizîrê girêdana xwe ya xurt bi Rêber Abdullah Ocalan re piştrast kirin û tekez kirin ku ev bang pêkanîna aştiyê li herêmê temsîl dike.

Jinên ji pêkhateya ereb jî destnîşan kirin ku banga rêber Abdullah Ocalan tenê bi civaka Kurd re ne sînordar e, lê belê tevahî Rojhilata Navîn digre nav xwe.

Feylesof û zanayên cîhanî dibînin ku; banga Rêber Abdullah Ocalan nexşerêyeke rastîn ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê ye.

Her weha tekez dikin ku bidestxistina azadî û edaletê, gavên cidî ji aliyê Tirkiyeyê ve pêwîst dike.

Share This Article