LI REQAYÊ PÊŞANGEHEKE WÊNEYAN JI ZAROKÊN ŞEHÎDAN RE HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Rêveberiya Geristêrka Zarokan a Kantona Reqayê îro bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê, pêşangeheke wêneyan ji zarokên şehîdan re vekir.

Saziyên sivîl, partiyên siyasî, Desteya Malbatên Şehîdan, gaziyên şer û hejmarek ji zarokên şehîdan beşdarî pêşangeha ku li navenda Geristêrka Zarokan hat vekirin, bûn.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Malbatên Şehîdan û gaziyên şer ve hat vekirin.

Di pêşangehê de wêneyên ku zarokên şehîdan bi destên xwe xêz kirine hatin pêşandan.

Hat diyarkirin ku, bi saya felsefeya azad a Rêber APO û fedekariyên şehîdan ew jiyaneke aram, demokratek û bi rumet jiyan dikin.

Pêşangeh bi şandina nameyên spasiyê ji bo zarok û malbatên şehîdan û amadekarên pêşangehê bi dawî bû.

Share This Article