DEWLETA TIRK BI KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ RE XWEST AGIRÊ BERXWEDANÊ VEMRÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê komkujiya li navçeya cindirêsê de Berpisê Partiya Sûriya Pêşeroj Mihemed Bêrim got, armanc ji komkujiya li navçeya cindirêsê qirkirina kurdewariya Efrînê ye.

20 adarê şeva newrozê wekî her kurdekî li cîhanê, xelkên Efrînê yên li navçeya cindirêsê dimînin xwestin bi dana agir, newroza xwe pêşwazî bikin.

Lê ji ber ku newroz li dijî zor û zilmê ye, çeteyên dewleta tirk a dagirker bi armanca vemrandina agirê berxwedanê êrîşî xelkê kir û di encamê de 4 welatî Şehîd bûn.

Derbarê komkujiya li navçeya cindirêsê de Berpisê Partiya Sûriya Pêşeroj a Efrînê Mihemed Bêrim got, armanc ji komkujiya li navçeya cindirêsê qirkirina kurdewariya Efrînê ye.

 

MIHEMED BÊREM: ARMANC JI KOMUJIYA CINDIRÊSÊ QIRKIRINA EFRÎNIYAN E

Her wiha Mihemed Bêrem diyar kir ku sedema komkujiya li cindirêsê dewleta tirk a dagirkere.

 

MIHEMED BÊREM: DEWLETA TIRK DESTEK DA KOMKUJIYA LI CINDIRÊSÊ

Li gorî şîrovekarên li herêmê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin Kurdên li Efrînê di qirkirina etnîkî re derbas bikin.

 

Share This Article