DI PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ DE PEYAMÊN XURTKIRINA BERXWEDANÊ HATIN DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Duh li 7 bajarên Rojavayê Kurdistanê gel berê xwe da qadên Newrozê. Qadên Newrozê bi rengên neteweyî yên kesk, sor û zer, wêneyên pêşengên berxwedanê Mazlûm Dogan, Ziyad Heleb û şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin xemilandin.

Newroz bi ruhê serhildanê hate pîrozkirin. Dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Gelê Rojava di pîrozbahiyan de şehîdên di berxwedana li hemberî êrişên 6`ê Çileyê li Şêxmeqsûd û 17`ê Çileyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û soza domandina rêya wan da.

Her wiha ji bo dîlgirtiyên şer dengê xwe berz kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku zextê li hikumeta demkî ya Sûriyeyê bikin da ku wan serbest berdin.

Share This Article