DEWLETA TIRK HEWIL DIDE ALOZIYAN DI SÛRIYÊ DE BERFIREH BIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Hevseroka Partiya Suriyê Pêşerojê ya bajarê Helebê “Xalîde Ebdo” provokasyonên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Dêr Hafirê û hewlên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê, şermezar kir.

Xalîde Ebdo got: Tirkiyê ji projeya demokratîk ya Rêveberiya Xweser ditirse, lewma serî li şerê taybet dide.

Di rojên dawî de, careke din bajarê Dêr Hafer rastî provokasyonên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat û di encamê de şer û pevçûn derketin.

Çeteyên dewleta Tirk dubare êrîşî bajêr kirin û hewl dan ku dagir bikin, lê rastî berxwedaniya şervanên QSD’ê hatin û têkçûyî vegeriyan.

Der barê mijarê de, Hevseroka Partiya Suriyê Pêşerojê ya bajarê Helebê “Xalîde Ebdo” ji Rojava TV re axivî û hewlên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Suriyê şermezar kir.

Xalîde Ebdo di axaftina xwe de, bang li Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê kir ku rêzê ji peymana 10’ê Adarê re bigre û ji bo welatekî wekhev û pirreng bixebite.

Analîst tekez dikin ku provokasyonên çeteyên dewleta Tirk a dagirker rêbazek e ji bo têkbirina peymanên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê de hatine îmzekirin.

Her wiha ew tekez dikin ku Hikûmeta Vegûhêz berpirsyar e ku çalakiyên van komên çete sînordar bike û bixe bi çavdêriya xwe.

 

Share This Article