DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ GELEK HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ev Çend Roj in Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet herêma Efrîn û Şehbayê dike.

Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Şehbayê Elîf Mihemed got: “Dewleta Tirk bi Hedefgirtina Sivîlan pîvanên Mafên mirovan bin pê dike”.

Ev çend roj in dewleta Tirk a dagirker dîsa bi awayekî dijwar dest bi topbarankirin û bombebarankirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker di rojên dawî de êrîşên hewayî û topbarana dijwar bi taybet li dijî herêma Efrîn, Şehba û Minbicê zêdetir kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Şehbayê Elîf Mihemed, bertek nîşanî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker da.

Elîf Mihemed diyar kir ku Dewleta Tirk bi Hedefgirtina Sivîlan pîvanên Mafên mirovan bin pê dike.

Share This Article