PARÊZGARÊ HESEKÊ BI ŞANDEYA NY’Ê Û RÊXISTINÊN MIROVÎ RE CIVIYA

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî civîna bi endamên Wezareta Rewşên Awarte ya hikumeta demkî re, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li gel şandeyeke NY’yê, rêxistinên mirovî, her wiha Heyva Sor a Sûriyeyê û Heyva Sor a Kurd, rewşa mirovî, şert û mercên kampan, rêbazên piştgiriya vegera koçberan û ji nû ve aktîfkirina stasyona Elok a avê gotûbêj kirin.

Di civînê de rewşa mirovî ya giştî ya herêmê, rewşa deverên ku ji ber lehiyên vê dawiyê zirar dîtiye, rewşa kampan û rêbazên piştgiriya vegera koçberan, hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rewşa stasyona Elok a avê hat nirxandin û çareseriyên ji bo ji nû ve aktîfkirina wê hatin pêşniyarkirin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bal kişand ser girîngiya xebatên hevbeş di navbera hemû aliyan de da ku pêdiviyên bingehîn werin peydakirin.

 

Share This Article