Derbarê êrşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhelatê sûriyê siyasetmedarên bajarê reqayê gotin ku dewleta tirk di êrîşên li ser herêmê de her cûre çekan bikar tîne.
Her wiha gotin ku ewê bi rihê şerê gelê şoreşgerê li hemberî êrîşên dewleta tirk bisekinin.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe ên hovane bi balafirên şer û yên bê mirov li dijî herêmên bakur û rojhelatê sûriyê ji 19 mijdarê ve didomîne.
Di encama êrîşên dewleta tirk de bi dehan welatiyên sivîl û şervan şehîd bûn, her wiha binsaziya herêmê û jêderên jiyanê ziyanên mezin dîtin.
Ev yek jî bû sedema hêrsa gel û pêkhateyên herêmê ku daketin qadan û soza xwe ya parastina herêmê nû kirin.
Li ser mijarê siyasetmedar Mehmûd Mozan diyar kir ku dewleta tirk bi her cure çekan êrîşî gelê herêmê dike.
Her wiha rêvebera buroya ciwanên partiya yekîtiya demokratîk PYD şaxê reqayê emîna mustefa got ku ewê bi rihê şerê gelê şoreşgerê li hemberî êrîşên dewleta tirk bisekinin.
Dewleta tirk a dagirker di êrîşên li ser herêmên bakur û rojhelatê sûriyê berdewame.
Dewleta tirk peymana agirbestê ya di navbera tirkiyê rûsya û emerîkayê de ku di 2019 an de pêk hat binpê dike û ji wê demê ve û heta niha êrîşên li ser gelê herêmê dewam dike..
