SOZDAR ELÎ TEVÎ ASTENGIYA BEDENA XWE FÊRÎ HUNEREKE BEDEW DIBE

Rojava Tv
2 Min Read

Sozdar Salih Elî ya 25 salî, ji girê sipî ya dagirkirî ye û li bajarê kobanê dimîne, ji bedena xwe de astengdare ,lê ew bi vîna xwe ya xurt bi israre xwe fêrî hunera wênexêziyê bike.

Sozdar dibêje ku ,ji bo parastin armancên xwe divê mirov hemû astengiyan derbasbikin.

Sozdar Salih Elî keçeke ciwan ya bi temen 25 salî ya ji bajarê Girê Sipî ya dagirkiriye û niha li Kobanê dimîne, sozdar tevî astengiya bedena xwe bi israre ku heskirina xwe ji hunerê re pêşkêş bike.

Sozdar ji dest û lingê xwe da astengdare ,lê bi îradeya xwe ya xurt ji her kesî re isbat dike ku astengiya bedenî li pêşiya hest û mejiyê mirovan nabe astenge.

Sozdar ji bo xwe fêrî huerke bedew bike ,Diçe Navenda Çand û Hûnera Baqî û xido û bi alîkariya Mamoste û hevalên xwe hêdî hêdî Fêr dibe.

Sozdar dibêje ku dema ew bi çûkbû wê ji vê hunerê hezdikir li derftên wê pêre nebûn alîkar ku xwe fêrî hunera wênexêziyê bike.

Sozdar Elî dibêje her jineke ku bixwaze armancên xwe bi cih bîne divê astengiyan derbaske.

Hunera wênexêziyê yek ji hunerên ku girêdayî çav , mejî û hasten mirov ne, Sozdar Elî tevî koçberiya xwe û astengiya bedena xwe jî , ew bi hest û heskirina xwe ji hunerê re di be mînaka hêzê ji tevahî jinan re.

Share This Article