DEWLETA TIRK ÇAVKANIYA JIYANÊ YA 5 MILYON WELATIYAN DIRÛXÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Rewşenbîrên Herêma Cizîrê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û gotin, armanca Tirkiyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha diyar kirin ku hedefgirtina binesaziya herêmê, dikeve jêr tawanên der- mirovî de.

Dewleta Tirk a dagirker ev 4 roj in bi dijwarî stasyonên elektrîkê, kolgehên petrolê, stasyonên avê û navendên tenduristiyê bombebaran dike.

Li gorî amarên navenda ragihandina QSD’ê di encama êrîşan de zêdetirî 20 navendên xizmetê ji kar derketine û 15 kes şehîd bûne.

Rewşenbîrên Herêma Cizîrê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û gotin, armanca Tirkiyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Her wiha rewşenbîran diyar kirin ku hedefgirtina binesaziya herêmê, dikeve jêr tawanên der- mirovî de.

Navend û deverên ku têne hedefgirtin, çavkaniya sereke ya debara zêdetirî 5 milyon mirovan e, tevî hedefgirtina çavkaniyên jiyanî jî rêxistinên mirovî bêdeng in.

Share This Article