BÎRANÎNA FERMANA ŞENGALÊ ÊŞ Û BIRÎNA ÊZIDIYAN NÛ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên Mala Êzidiyan yên bajarê Helebê, di salvegera 11’emîn a fermana Şengalê de, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û gotin, metirsiya DAIŞ’ê hîna jî dewam dike.

berbanga 3’ê Tebaxa 2014’an, Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û civaka Êzidî di ‎komkujî û qirkirinê re derbas kirin.

‎Di fermana Şengalê de 6 hezar û 317 kes ku di nav de jin û zarok hene, hatin revandin û ‎wenda ‎kirin.‎

Rûxmî gelek lêkolînan jî çeteyên DAIŞ’ê û ‎sûcdarên jenosîdê hîna jî nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye.

endamên mala êzidiyan yên helebê, di 11’emîn salvegera fermana şengalê de şehîdên Êzidî bibîr anîn û dawxaz ji aliyên peywendîdar kirin ku, pirsgirêka êzidiyan çareser bikin.

Her wiha endamên mala êzidiyan behsa xeteriya DAIŞ’ê kirin û gotin, îroj DAIŞ li dijî elewî û durziyan jî şerê xwe dûbare dike.

Piştî berxwedaneke bêhempa ya gerîlayên azadiyê, şervanên YPG- YPJ’ê û civaka Êzidî, ‎Şengal di 13’ê mijdara sala 2015’an de hate rizgarkirin û careke din jiyan lê vegeriya.

Share This Article