Careke din dewleta Tirk a dagirker ava wêstgeha Elokê li ser kantona Hesekê û gundewarên wê qut kiriye.
Bi qutkirina avê re û di nava vê germaya havînê de azarên welatiyan zêdetir dibin.
Rêveberiya avê ya kantona Hesekê bi derfetên xwe yên kêm altarnatîvan ji pirsgirêka avê re peyda dike û niha bi rêya sehrîcan avê li ser welatiyan peyda dike.
Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk ava wêstgeha Elokê li ser kantona Hesekê û gundewarên derdora wê qut dike.
Di nava pêlên germaya havînê ya dijwar de û bi qutkirina avê re êş û azarên welatiyên zêdetir dibin.
Ev 3 sal in, welatiyên kantona Hesekê, navçe û gundewearên derodre wê, vê êş dikşînin û ji baliyên peywendîdar daxwaz dikin ku ev pirsgirêk were çareserkirin.
JI hêla xwe ve hevseroka desteya avê ya kantona Hesekê Newar Sebrî got ku ew li altarnatîvan digerin û niha ew bi rêya sehrîcan avê li welatiyan belav dikin.
JI dema dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û heta niha ev bi dehan caran e ku dewleta Tirk van binpêkirinan pêk tîne û rêxistinên mirovî dibînin ku dewleta Tirk avê weke çekekê li dijî welatiyan bi kar tîne û hişyariya rûdana kareseteke dij mirovî didin.
