Çalakvanê Hiqûqî Ibrahîm Şêxo ji RojavaTV re axivî û got: Sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dewam dikin û her ku diçe jî zêdetir dibin.
Ev nêzî 6 salan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrîn dagir kirine.
Ji roja pêşîn û heta îroj dewleta Tirk hemû sûcên şer yên li dijî zagonên navneteweyî weke dizî, revandin, kuştin û destdirêjiya li ser jinan û zarokan li wir pêk tîne.
Têkildarî mijarê Çalakvanê Hiqûqî Ibrahîm Şêxo ji RojavaTV re axivî û got dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên xwe re sûcên şer pêk tîne û bi demê re jî zêdetir kir.
Her wiha Şêxo got ku divê Civaka Navneteweyî li beramberî kiryar û sûcên dewleta Tirk li Efrînê bêdeng nemînin.
