Ofîsa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê şehîd (Zîlan û Sema Yuce) baneleke diyalogê li darxistin.
Panel bi dirûşma” Tecrîda ku li ser jinan li hemû qadan tê meşandin wê bi heqîqetê were şikandin” li hola Şehîd Axîb Welat a li navçeya Fafînê bi rêve çû.
Hejmarek ji jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de, Meclîs û Partiyên Siyasî beşdar bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, sînevisyonek li ser jiyana herdu şehîdan hat pêşandan, her wiha mijara îdyolojiya azadiya jin hat nirxwendin.
Jinan di panelê de gotin , dîroka kurdan bi lehengî û fedekariyên şehîdên azadiyê yên ji bo jiyaneke rûmet hatiye nivîsandin, ya ku pêşengtî ji vê yekê re jî kir jina azad bû.
Paşê 4 pirs li beşdaran hat belav kirin û deriyê nîqaşê hat vekirin.
Panel bi encamnameyekê û bi dirûşma “JIN JIYAN AZADΔ bi dawî bû.
