PÊVAJOYA QEYDKIRINA WELATIYAN LI KOBANÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li Kobanê heya niha 300 malbatên Kurd ji bo mafê welatîbûnê xwe qeyd kiriye. Pêvajoya tomarkirinê hê jî dewam dike.

Li bajarê Kobanê jî weke bajarên herêma Cizîrê pêvajoya tomarkirina Kurdên bênasname dewam dike.

Derbarê mijarê de Şaredara bajarê Kobanê Almaz Romî ji Rojava Tv re diyar kir ku Kurdên ku di dema Rêjîma Bass’ê de bê nasname man, rastî gelek astengî û zehmetiyan hatin.

Her wiha Almaz Romî anî ziman ku, Heta niha 300 malbatan navên xwe tomar kiriye û heta niha tomarkirin berdewam e.”

Share This Article