ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI PROJEYEK NÛ YA ÇEKZASKIRINA KANALÎZASYONÊN BAJÊR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê, dest bi projeyek nû ya sererastkirina kanalîzasyonan bi dirêjahiya 3 kîlometreyan ku ji Çarxerêya El-Firûsiyê heta Çarxerêya El-Hezima dirêj dike, kir.
Şaredariya Gel piştrast kir ku proje li ser gilî û gazinên welatiyan pêk hat, nemaze ku pergala kanalîzasyonê gelek kevine û vedigere beriya rizgarkirina bajêr.
Li gorî Şaredariyê piştî temamkirina vê xetê, ew ê ber bi deverên din ên kantonê ve biçin da ku tora kanalîzasyonê ji nû ve ava û berfireh bikin.
Ev proje beşek ji rêzeprojeyên xizmetguzariyê ye, ku şaredarî bi armanca başkirina rewşa xizmetguzariyê pêk tîne.

 

Share This Article