Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê ku Desteya Çand û Şûnwaran bi hevkariya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Reqayê li dar xistibû bi dawî bû.
Pêşangeh di 2ˊyê Tîmrehê de hate lidarxistin û tê de 4 hezar pirtûkên bi sernavên cuda hatin pêşandan û 7 nivîsgehên li Reqayê beşdar bûn.
Di roja sêyemîn û ya dawî de gelek nivîskar, rewşenbîr û endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê ,Yekitiya Rewşenbîran û Desteya Çand û Şûnwaran beşdar bûn.
di merasîmên bidawîkirinê de, pirtûka ˊAzadî dê bi ser keveˊ ya nivîskarê Skotlandî “Şen Maykil Wîlson li beşdaran hatin belavkirin.
Pêşangeh bi konserekê ji hêla hunermendên Navenda Çandê ya Reqayê bi dawî bû.
