DEWLETA TIRK A DAGIRKER HER KU DIÇE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ GIRANTIR DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên însiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber APO dibêjin, heta ku Rêber APO azad nabe, ti carî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nayêne çareserkirin.

Her wiha diyar dikin ku armanca tecrîdê têkdana felsefeya Rêber APO ye û bang li gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dikin ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca birîna dengê rastiyê û têkdana doza rewa ya gelê Kurd û azadîxwazan tecrîda li Îmraliyê girantir dike.

Li hemberî vê rewşa gelê Kurd û dostên wan bênavber di nava çalakiyan de û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têdikoşin.

Endamên însiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber APO dibêjin, bêyî azadiya Rêber APO ti carî pirsgirêk nayêne çareserkirin.

Her wiha endamên însiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber APO diyar dikin, dewleta Tirk bi armanca têkbirina felsefeya Rêber APO tecrîdê girantir dike.

Tevî ku parêzerên Buroya Hiqûqû ya Sedsalê û malbata Rêber APO li gorî yasayên Tirkiyê serî li aliyên peywendîdar didin, lê ta niha serlêdanên wan bê bersiv dimînin.

Share This Article