SALA XWENDINÊ YA 2024-2025’AN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Îro sala xwendinê ya 2024-2025`an li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. dibistan hatin xemilandin û mamosteyan diyarî li zarokan belav kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1`ê Îlonê ragihand ku 8`ê Îlonê roja yekemîn a sala xwendinê ya 2024-2025`an e.

Îro di saetên sibehê de sala nû ya xwendinê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de fêrgeh û deriyên dibistanan hatin xemlandin û pirtûk li şagirtan hatin belavkirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê li kantona cozîrê hezar û 786 dibistan ji bo xwendekarên seretayî, navîn û amadehî hatine amadekirin.

Her wiha hejmara xwendekaran nêzî 200 û 6 hezar xwendekar in.

Share This Article