Di bin dirûşmeya “Bi yekîtiyê em ê xwebirêvebirinê bi dest bixin û civakek demokratîk a azad ava bikin” yekemîn konferansa Yekîtiya Esnafan ya kantona Cizîrê li bajarê Qamîşlo hate lidarxistin.
Konferans Bi beşdariya 200 delegeyan ji hevserokên sendîkayan, endamên komîteyên bazarên civakî, TEV-DEM’ê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser li hola Zana ya li bajarê Qamişlo bi rêve çû.
Di Konferansê de û piştî deqeyeke rêzgirtin, rêzikname û rewşa rêxistinî ya yekîtiya Esnafan hat xwendin û nîqaşkirin.
Konferans bi çend encamnameyan bi dawî bû, ji wan jî aktîvkirina sendîkayên nû, piştgirî û bihêzkirina jinan û ji nû ve aktîvkirina yekîtiya Esnafan li bajarê Çil Axa.
