DESTEYA TENDURISTIYÊ YA CIZÎRÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

DESTEYA TENDURISTIYÊ YA CIZÎRÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Desteya Tendrusrtiyê ya kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist, kar û xetan û astengiyên li pêşiya sektora tenduristiyê nîqaş kir.

Civîn li nexweşxaneya gel a bajarê Qamişlo, bi amadebûna bijîşk û rêvberên tevahî nexweşxaneyên kantona Cizîrê bi rêve çû.

Di civînê de rewşa siyasî û geşdanên dawî ku li herêmê rû didin, ropora salane ya desteya tendirustî û kar û xebatên tendrustî hat nîqaş kirin.

Li aliyekî din bijîşkan astengiyên ku rojane pê re rû bi rû dimînin û nexweşiyên dawî yên ku li herêmê de belav bûye nîqaş kirin.

Civîn bi pêşinyar û nerînên beşdaran bi dawî bû .

Share This Article