Rêveberên jin ên bajarê Kobanê pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk nikare Rêber APO û gel ji hev du qut bike.
Her wiha Rêveberên jin ên bajarê Kobanê dan zanîn ku, heta dawiyê ew ê bi fikr û felsefeya Rêber APO ve girêdayî bimînin.
Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.
Ji adara sala 2021’ê ve ti agahî ji Rêber APO nehatine wergirtine û serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo pêkanîna hevdîtinê, tên redkirin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê yên ku xwe bi bîrdoziya Rêber APO perwerde kirine, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî her dem di nava têkoşînê de ne.
Rêveberên jin ên bajarê Kobanê gotin, dewleta Tirk nikare Rêber APO û gel ji hev du qut bike.
Her wiha Rêveberên jin ên bajarê Kobanê dan zanîn ku, heta dawiyê ew ê bi fikr û felsefeya Rêber APO ve girêdayî bimînin.
Felsefe û ramanên Rêber APO pêl bi pêl li her deverên cîhanê serwer dibe û di sedsala 21’emîn de weke take rêya çareseriya hemû pirsgirêkan tê dîtin.
