Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê û Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kantona Dêrazorê kirin û tekezkirin ku çarenûsa herêmê bi hev ve girêdayî ye..
Şande ji hevserokên meclisa cîbicîkar a rêveberiya xweser a kantona Cizîrê Vîviyan Biho û Telat Yûnis, cîgirê meclisa cîbicîkar a kantona Cizîrê Mihemed ElBerak, rêveberiya qada civakî ya Qamişlo Leyla Hac Hisên û hin kesayetên xwedî banor pêk hat..
şande ji aliyê hevserokên meclisa cîbicîkar a rêveberiya xweser û desteya Hundirîn a kantona Dêrazorê ve hat pêşwazîkirin.
di serdanê de geşedaên vê dawiyê ku li Dêrazorê rûdan nîqaşkirin, ji aliyê xwe ve şandeyê piştgiriya xwe bi xzelkên Dêrazorê re piştrastkirin û tekez kirin ku sekna xelkên Dêrazorê li hember êrîşên ku dixwestin fitneyê derbixin seknek lehengî bû û çarenivîsa herêmê bi hev ve girêdayî ye..
