LI AMÛDÊ SEDEMÊN GIRANKIRINA TECRÎDÊ BI KOMXEBATEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li bajarê Amûdê kongra Star ji bo nîqaşkirina sedemên girankirina tecrîda li dijî Rêber APO û çawaniya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê hatin kirin.

Kongra Star ya bajarê Amûdê bi hevkariya komîteya perwerdeyê, derbarê rewşa Rêber APO de komxebatek li dar xistin.

Di komxebatê de sê mijarên sereke yên weke, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, girankirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin nîqaşkirin.

Rêvebera Kongra Star ya bajarê Amûdê Nûra Hisên ji Rojava TV re behsa naverok û giringiya komxebatê dike.

Her wiha rêvebera Kongra Star Şehnaz Îbrahîm jî da zanîn ku, armanca girankirina rêlibergirtina ramanên Rêber APO ye.

Beşdarên komxebatê nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê kirin.

Share This Article