Li kantona Reqayê, piraniya xelkê da ku qurbanên xwe serjê û paqij bikin, serî li qesabxaneya Reqayê didin:
Qesabxane qurbanan di hemû rojên cejnê de pêşwazî dike û li gorî dem û rêzê, wan serjê dike.
Ji bilî serjêkirina wan, qesabxane bi karê çermjêkirin, paqijkirin û dabeşkirina wê li gorî daxwaza xwediyê wê, radibe.
Li gorî ku ji zarê welatiyan hatiye bihîstin, heqdestê qesabxaneyê, guncav e û karker di karê xwe yê serjêkirin û paqijkirinê de pabend in.
