DESTEYA JÎNGEHÊ YA REQAYÊ BI BONEYA ROJA JÎNGEHÊ ŞAHIYEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê, bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl, Dibistana Gerstêrka Zarokan, Desteya Perwerdehiyê û Saziya Zimanê Kurdî, bi boneya Roja Cîhanî ya Jîngehê şahiyek li dar xist.
Şahî bi axaftina pêşwaziyê ya hevserokatiya Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, piştre hin xelekên hunerî ji hêla zarokên Dibistana Gerstêrka Zarokan û yên Navenda Çalakiyên Dibistanan ve hatin pêşkêşkirin.
Zarokan bi rêya stran, govend û pêşkêşkirina şanoyekê, hezkirina xwe ji xweza û girîngiya parastina wê re anîn ziman.
Her di şahiyê de senevizyonek derbarê girîngiya parastina jîngehê de hat pêşandan.
Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê di dawiyê de rêxistin û saziyên ku beşdarî şahiyê bûne, bi spasnameyan xelat kir.

Share This Article