Hêzên Ewlekariya Hundrîn bi daxuyaniyekê da zanîn ku, di oparasyona li Reqayê de, 82 kesên ku tevlîhevî li herêmê belav dikirin, hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê encamên Oparasyona Ewlehiyê ya berfireh a ku bi hevkariya Hêzên QSD’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê li bajaroka El-Hemrat a rojhilatê Kantona Reqayê dane destpêkirin, daxuyaniyek parve kir.
Daxuyaniyê tekez kir ku di operasyonê de 82 kesên ku tevlîhevî li herêmê belav dikirin hatin girtin, û hejmarek çek û cebilxane yên ku di destê wan de bûn, hatin desteserkirin.
Oparasyona Ewlehiyê, 29 ê Çileyê li ser daxwaza şêx û rûspiyên eşîran û di encama şerên ku di navbera eşîra El-Midlej û eşîra El-Cemase de qewimiye, dest pê kir.
