Desthilata rejîma îranê li rojhilatê kurdistanê cezaya darvekirinê li Parêzvana mafên jinan Şerîfe Muhemmedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî.
Girêdayî binpêkirinên beramberî mafên jinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bîlançoyek taybet hate belavkirin.
Li gorî bîlançoyê di meha Tîrmehê de 5 jin ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin, 22 çalakvanên jin hatine girtin, 5 çalakvanên jin bi cezayê girtîgehê û 2 çalakvanên jin jî bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Li hember biryara darvekirina derheqê herdu pêşengan de. jinên herêma bakur û rohjihalê sûriyê bi helwestin,û piştgiriya xwe ji bo wan nîşan didin.
jinên Helebê gotin, li rojhilatê kurdistanê û Îranê her jina ku daxwaza mafê azadiya xwe û civaka xwe dike ji aliyê rejîmê ve tê hedefgrtin.
Jinên helebê dan zanîn ku şoreşa cîhanê niha bi şoreşa jinê tê nasîn, bi taybetî jî jinên ku li îranê pêşengiyê dikin, ceza li wan tê birîn.
hêjayê bibîrxistinê ye ku beriya demkê yekîtiya ragihandina jin li dijî biryara darvekirina jinan li îranê, kampanyayek di bin dirûşma ”Na Ji Darvekirinê Re” dan destpêkirin û gelek rêxistin piştgirî dane kampaniyê.
